Barbariya şiîrê, Paul Celan û Meqamê Mirinê

Abdullah Încekan

Hin milet hene, bê war û welat li ser rûyê erdê belav bûne û jiyana diyasporayê bûye qedera wan. Yek ji van miletan helbet Yahudî, yanê Cihû ne – ku ji hezar salan vir ve ye digel êş û qolincan, karesat û felaketan li coxrafyayên ji hev dûr lê bi qedereke nêzîkî hev jiyane. Ji ber vê hafiza û jiyana muşterek a wan meriv rastî gelek navan tê ku li welatên cihê hatibin dinê û di qadên cihê yên hunerê de bi zimanên cihê berhem dabin jî, bingeha poetîka wan ev tecrûbe û ezmûn in.

Yek ji dengê herî xurt ê di warê şiîra vî xetî de şaîr û nivîskar Paul Celan (xwendina navê wî: Paul Selan) e. Heyata Paul Celan neynika miletê wî xwe bûye û şiîra wî jî di asta herî bilind de temsîlkariya vî mîrasî dike.

Paul Celan di sala 1920î de li bajarê Çernovîtz a Ukranyayê îro tê dinê û tenê piştî 50 salan li dû bûyîna xwe di sala 1970yî li Parisê bi destê xwe xatir ji jiyanê dixwaze. Paul Celan ji malbateke Cihû ya Almanîaxêv tê dinê, ji ber vê jî him diçe mekteba bi zimanê Almanî, him jî ya zimanê Îbranî. Xebata xwe ya ronakbîrî, nivîs û wergerên xwe, bi Almanî dike.

Gava Paul Celan bîst salî ye, Alman dest datînin ser bajarê wî û dêûbavên wî dikin Kampa Naziyan. Bavê wî li wir ji ber nexweşiya tîfoyê dimire û diya wî jî tê kuştin. Ev rewş dibe trawmayeke mezin di jiyana Paul Celan de. Celan bi xwe jî du salan di Kampa Naziyan de dimîne. Piştî derketinê xwendina xwe ya zanîngehê diqedîne û li çend bajarên cihê dimîne. Ji 1948î hetanî mirina xwe li Parîsê bi cî dibe.

Paul Celan bi aîdeyeke tevlihev di nav zimanên cihê li welatên cihê bi karesata li ser miletê xwe jiyaneke di erafê de dijî. Celan bi zimanê Almanî, bi zimanê miletê ku dêûbavên wî kuştin, û piştî Auşvîtzê, yanê piştî qirkirina Cihûyên Ewrûpayê, şiîr nivîsî.

Fîlozofê navdar Theodor W. Adorno digot: Piştî Auşvîtzê şiîr nivîsîn, barbarî ye. Lewra li ber çavên Ewrûpiyan şeş mîlyon Cihû hatin kuştin û ewqas xwendin û hûner û felsefe pêş li vê qirrkirinê negirt. Yanê, gotina ku nehatibû gotin tune bû û feydeya ewqas zanînê çênebûbû. Li gorî Adorno tişta ku tu îdî bibêjî tunebû.

Îcar Paul Celan tam di vê qonaxa Adorno behskirî de dest bi şiîrê dike. Şiîra wî bi dengekî, bi şêweyeke, bi zimanekî nû derdikeve meydana hunerê. Çawa ku jiyan perçe ye, herwisa zimanê şiîra wî jî perçe ye. Mecaz û metafor û sûret li pey hev, bêyî ku ji aliyê zimên ve li hev bên hûnandin, diniqutin. Lê him ji ber parxana xwe ya Cihûtiya piştî Auşvîtzê, him jî ji ber zimanê xwe yê dewreke nû dide destpêkirin, şiîra wî ji aliyê cîhana rewşenbîrî ya Almanan ve nayê qebûlkirin. Ev tişt jî di rûhê wî yê nazenîn de trawmayeke din vedike.

Adornoyê ku gotibû, ”piştî Auşvîtzê şiîr nivîsîn, barbarî ye” ji bo helbesta Paul Celan parantezekê vedike û dibêje: ”Paul Celan temsîlkarê herî mûhîm ê şiîra hermetîk a edebiyata hevdem a Almanî ye.”

Paul Celan ji kaniya şaîr-fîlozofê navdar Friedrich Hölderlin vedixwe. Li ser maseya wî biyografiya Hölderlin vekirî dibînin, ku tê de şaîrekî din wisa behsa Hölderlin dike: ”Carna li vî dahiyî tarî dibe û ew dikeve bîra tal a dilê xwe bi xwe.” Belê, Paul Celan şaîrê dînbûyî Hölderlin ji xwe re dike neynik û tê de li xwe digere/mêze dike. Ji ber vê jî di metnên wî de întertekstualîteteke gelek xurt (carna peyvek yan jî tenê îmajek) heye, ku fehmkirin û wergera şiîrên wî giran û zehmettir dike.

Paul Celan ne tenê bi tiştên gotiye, herwisa bi tiştên negotiye jî înfîala dilê xwe dide der, mesela gava dibêje:

Çavên li korbûnê

îknakirî

….

Bihata,

Bihata mirovek

Bihata mirovek dunyayê, îro, bi

Rûyê nûranî yê

Eşîrtîyê, ew dikarîbû

Gava qala vê demê bikira,

Ew dikarîbû tenê,

Lal bûya, lal bûya

Tim û tim

Timûtim

Şiîra Meqamê Mirinê şiîra herî navdar a Paul Celan e. Tê de serboriya trawmaya Auşvîtzê, qirrkirina miletê wî û jiyana qatilên Kampên Naziya heye, ku him dikujin him jî bi hunerê re eleqedar in. Tiştên ku em ji miletên din hînbibin, pirr in.

Vedixwin em êvaran şîrê reşê berbangê

û nîvro w sibe w şevan,

em vedixwin û vedixwin

em li hewayê gorekê dikolin, ji ber ku teng nîne wir

Mêrek dimîne di xanî da, dilîze bi maran û dinivîse

dinivîse gava li Almanyayê tarî dikeve erdê porê te yê zêrîn Margarete

dinivîse û dertê derva û stêrk diçirisin, fitîkê lêdixe ew ji birra kuçikan

lêdixe fitîkê ji Cihûyên xwe ra, dide kolandin gorekê di erdê da

ew ferman dike û radibe govendê

Şîrê reşê berbangê, em vedixwin te bi şev

û sibe w nîvro w êvaran,

em vedixwin û vedixwin

Mêrek dimîne di xanî da, dilîze bi maran û dinivîse

dinivîse ew gava li Almanyayê tarî dikeve erdê porê te yê zêrîn Margarete

Porê te yê xwelî Sulamith em gorekê dikolin li hewayê, ji ber ku teng nîne wir

Ew diqêre: bikolin hûn kûrtir erdê, hûn jî bistrên û bireqsin

digre ew hesinê di kemerê da w digivêşe bi çavên hêşîn

bikolin merra xwe kûr di erdê ra, hûn jî bistrên ji reqsê ra

Şîrê reşê berbangê, em vedixwin te bi şev

û sibe w nîvro w êvaran,

em vedixwin û vedixwin

mêrek rûniştiye di xanî da, porê te yê zêrîn Margarete

porê te yê xwelî Sulamith, dilîze ew bi maran

Ew diqêre: bistrên şîrîntir mirinê, mirin hostayek e ji Almanyayê

Ew diqêre: lêdin li kemanê tarîtir, hûn dê hilkişin hewa bi dûmanê

dû ra goreke we heye li ser ewran ji ber teng ku nîne wir

Şîrê reşê berbangê, em vedixwin te bi şev

vedixwin te nîvroyan, mirin hostayek e ji Almanyayê

em vedixwin te êvar w sibehan, vedixwin û vedixwin

mirin hostayek e ji Almanyayê, çavên wî hêşîn

ew li te dixe bi gulleya qirşûnî li te dikev miheqeq

mêrek dimîne di xanî da, porê te yê zêrîn Margarete

ew berdide birra kûçikên xwe bi ser me da û dide me dîyarî gorekê li hewayê

dilîze bi maran û dikeve xewn û xeyalan mirin hostayek e ji Almanyayê

porê te yê zêrîn Margarete

porê te yê xwelî Sulamith

Meqamê Mirinê, Paul Celan, ji Almanî: Abdullah Incekan

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir