Hevdîtina du qersiyan: Êgîşê Çarênts û Erebê Şemo

Rohat Alakom

Rojnama Rêya Teze di sala 1957an de du rûpelên xwe ji bo 60 saliya bûyîna helbestvanê navdar Êgîşê Çarênts veqandiye.[1] Di vê hejmarê de helbestvan û nivîskarê navdar bi çend nivîs û bîranînan tê nasandin. Yek ji van nivîsan ji aliyê Mîkaîlê Reşîd de hatiye nivîsîn. Heciyê Cindî û Erebê Şemo jî hin bîranînên xwe di derbarê Êgîşê Çarênts vedibêjin. Heciyê Cindî di bîranînên xwe de qala hevdîtina xwe û Çarênts dike. Di vê hevdîtinê de Çarênts qala proja amadekirina pirtûkeke mezin dike ku li ser mijara pêşketinên Komara Ermenîstanê dike. Ew dixwaze di nav rûpelên vê xebatê de beşek jî li ser pêştaçûyîna çanda kurdên Ermenîstanê be. Di dawiyê de Heciyê Cindî vê pêşneyarê re erê dibêje.[2]

Erebê Şemo jî bi bîranînên xwe xwendevanan dibe salên 1930yî. Ew û Erebê Şemo çend caran li Rewanê rastî hev tên. Êgîşê Çarênts fêr dibe ku Erebê Şemo jî ji Qersê hatiye Rewanê. Ji ber vê yekê gelek şa dibe. Hevnasîna van herdu qersiyan bi vî awayî dest pê dike. Tiştekî balkêş di her hevdîtinê de Çarênts, Erebê Şemo teşwîk dike, cesaret dide wî bona ku Ereb di derbarê kurdan û jiyana xwe de binivîse û wan wek pirtûk biweşîne. Xelasiya Erebê Şemo êdî tune ye. Çarênts dema Ereb dibîne hercar vê mijarê tîne bîra wî. Di dawiyê de Erebê Şemo biryar digre binivîse. Di salên 1930yî de vê pirtûka xwe Şivanê Kurd diqedîne û diweşîne. Carekê nimûnekê hildide diçe diyarî Çarênts dike. Çarênts dema vê berhemê dibîne wek em li jêr jî dibînin gelek kêfxweş dibe. Erebê Şemo vê yekê wiha tîne zimên: “Bona wê kitêbê Çarênts ji min zeftir şa bû…”[3]

Êgîşê Çarênts wek Erebê Şemo li heman herêmê û heman salê li Qersê (1897) tê dinê. Ew di helbest û berhemên xwe yên din de jî qala Qersê dike. Bûyerên di romana wî bi navê Welatê Naîrî de hene li bajarê Qersê derbas dibin. Beşeke vê romanê ya dirêj bi kurdî jî derketiye.[4] Pirtûka wî ya piçûk Lenîn û Elî çend caran bi wergera kurdî hatiye weşandin.[5] Dema Çarênts vê wergerê dibîne gelek kêfxweş dibe. Ev şabûna paşê dibe mijara bîranîneke nivîskarê ermen Garegin Bes (1910- 1986) ku ew li vir bi zimanekî xweş qala vê hevdîtina Çerêns û nivîskarên kurd dike.[6] Bi dehan wergerên kurdî yên nivîsên wî û ewqas danasîn jî li ser wî û berhemên wî di rojnama Rêya Teze de hatine weşandin. Di derbarê têkiliyên Çarênts ligel kurdan û bajarê wî yê zaroktiyê Qersê de hin agahiyan jî di xebata min ya bi navê Kurdên Qersê de cîh girtine.[7] Êgîşê Çarênts wek me li jorê da zanîn di sala 1897an de li Qersê tê dinê. Paşî wî dişînin sirgûnê û demekê şunda ew di sala 1937an de wefat dike. Erebê Şemo jî heman demê û heman diyarî li sirgûnê dijî. Em dibînin ku hêzên zordest vê demê berê du nivîskarên qersî dane sirgûnê, welatê hat nehatê!

Em li jêr bîranînên Erebê Şemo bi tîpên latînî wek xwe, bê ku têkilî zimanê wî bibin, diweşînin. Erebê Şemo çawa hûn jî dibînin bi zimanekî dilvekirî û canecan qala heval û dostekî xwe yê çê, helbestvanê navdar yê ermen Êgîşê Çarênts dike. Piştî ku mirov van bîranînên Erebê Şemo dixwîne, mirov dibîne ku bandora ku Çarênts di despêkirina nivîskariya Erebê Şemo de gelek mezin bûye. Mirov difikire di jiyanê de nas, heval û dostên qenc yên wek Çarênts gelek caran ji mirov re dibin alîkarên gelek mezin. Ger Çarênts, ew nas nekira belkî jî Erebê Şemo nedibû nivîskar yan jî îro wek “bavê romana kurdî” nedihate nasîn.

Bîranîna min derheqa Êgîşê Çarêntsda

Erebê Şemo

Demeke sêntyabrêye (Îlon) roja bazarê ez berbi meydanê diçûm. Hinda bêx, cîê ku heykelê St. Şahûmyan lêye, yekî gazî min kir:
– Şamîlov were vira!
Ez vegeriyam min kesek nedît û disa ez rya xwe de çûm. Nişkêva dîsa dengek hat.
– Ereb, were vira, kuda wa lez diçî?
Min dora xwe çarnikal nihêrî dîna xwe da bêx, lê nihêrî Êgîşê Çarênts tenê bêxda rûniştiye. Ez çûme cem wî, me silav da hev û rûniştim. Paşê Çarênts dest bi gilîya kir.
– Hevalê Şamîlov, tu ji kîderêyî, ku ha zimanê ûrisî pak zanî.
Min gotê, wekî ez ji welatê Qersê me. Bavê min 45 sala nava ûrisada şivan û gavan bû, li wêderê hînî ziman û xeberdana ûrisî bûme.
Ew kenîya û bi eşq got:
– Pey, ne tu wetenwarê minî, ez jî ji Qersême. Ewî paşê ji min pirsî:
– Şamîlov tu çima derheqa kurdanda kitêbekê nanivîsî? Eger te binivîsîya wê zef rind bûya.
Min fikra xweda got “hevalê Çarênts tirana dike”. Min caba wî da, got:
– Hevalê Çarênts tu bi min dikenî, tirana dikî. Ez çawa kitêbekê binivîsim, ne min qet kitêb nenivîsîye.
– Çima tu usa dibêjî Ereb? Min gazêta “Zarya Bostoka”da bi zimanê ûrisî, gazêta “Sovêtakan Hayastan”êda bi zimanê ermenî miqalê te xwendîye, başin…
Paşê ez û Çarênts çûne qawexanê, me qawe xast û dest bi xeberdanê kir.
Em ku ji qawexanê derketin îdî ro çûbû ava. Ez û Çarênts usa ketibûne xeberdanê, me qet nizanibû, wext çawa çû. Min gote Çarênts wekî wextê mine, ezê herme mal. Çarênts destê xwe kire destê min û got:
– Ereb, tu gerekê erhede kitêbekê bi zimanê kurdî binivîsî…Hema ji emrê xwe binivîse. Paşê ew hinek dişûrmîş bû û got:
– Şamîlov tu gerekê berî nivîsarê filan- filan (navê kitêba da rêzê) kitêba bixûnî.
Min xatirê xwe ji Çarênts xast û ez çûm.
Carekê jî Çarênts rastî min hat, pirsî:
– Ereb, te qe çawa kir? Te dest bi nivîsarê kiriye? Dinivîsî?
Min gotê, wekî ew kitêbêd ewî minra gotîye min tev xwendîye, lê hela dest bi nivîsarê nekiriye, çimkî wede tune.
Salek derbaz bû, ez dîsa rastî Çarênts hatim. Ewî nola hercar ji min pirsî:
– De bêje, Ereb, te nivîsara xwe kutakir? Min cab da, got:
– Hevalê Çarênts min qet nenivîsîye, çimkî wextê min tune. Pey gotina minra hêrsa wî rabû, çev- buru lê çûn- hatin û got:
– Tu merîkî selaxaneyî. Çima wextê te tune, çi dikî. Ez gelek cara te li têatra dibînim.
Îcar min soz daê, wekî eseyî binivîsim. Min usa jî kir. Sala 1931 ronkayî dît kitêba mine ewlin bi zimanê ûrisî “Kurdskîy Pastûx” (Şivanê kurda). Bona wê kitêbê Çarênts ji min zeftir şa bû û wextê ewî kitêb xwend got:
Ereb, te zef rind, kûr derheqa edet, rabûn û rûniştina kurdada nivîsîye, lê te hindik nivîsîye, tu gerekê careke din jî binivîsî, vê kitêbê diha rind bikî. Ev rasthatina min û Çarênts ya paşin bû. Paşwextîê min çi dinivîsî hertim Çarênts dihate bîra min, xemxuriya wîye mezin bona lîtêratûra kurda.[8]

Jêrenot:
[1] Egîşê Çarênts, Rya Teze, 29/9 1957.

[2] Hecîyê Cindî, Bîranîna rojeke zivistanê, Rya Teze, 29-9-1957.

[3] Erebê Şemo, Bîranîna min derheqa Êgîşê Çarêntsda, Rya Teze, 29-9-1957.

[4] Xebera Dosta -Ji Nimûnê Nivîsara Ermenîyaye Vekirî, Erêvan, 1982. Binêre beşa: E. Çarens, Qawe, Çaê, Xarinxane, rûp.24-40.

[5] Efrandina Ewlin, Rewan, 1932 (Berhema Çarênts ya bi navê Lenîn û Elî cara yekem di nav vê berevoka Seksîyona Nivîskarên Kurd de hatiye weşandin). Çapeke din: Egîşê Çarênts, Lênîn û Elî, werger: Mîkaêlê Reşîd & Sehîdê Îbo, Yêrêvan, 1957.

[6] Xebera Dosta – Ji Nimûnê Nivîsara Ermenîyaye Vekirî, Êrêvan, 1982, binêre beşa: Gagerin Bes, Lenîn û Elî (Gotina hevalê min), rûp.94-102.

[7] Rohat Alakom, Kars Kürtleri, Avesta, 2009, rûp.105-110.

[8] Erebê Şemo, Bîranîna min derheqa Êgîşê Çarêntsda, Rya Teze, 26/9 1957.

Related Posts

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.